HPGyê bîlançoya şerê tebaxê eşkere kir

03-09-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Bîlançoya Şer Tebax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şer a meha tebaxê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayan tebaxê ji hewa û bejahiyê ve 152 çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di wan çalakiyan de 56 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 43 leşker jî hatine birîndarkirin.

HPGyê herwiha da zanîn ku ji yên hatine kuştin 3 efserên payebilind bûn.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan hinek wesayît û amûrên leşkerî îmha kirine û her wiha dest daniye ser gelek amûrên leşkerî.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiyeyê tebaxê  “350 carî bi balafirên şer, 33 caran bi helîkopterên êrişê, 90 carî bi teqemeniyên qedexekirî” êrişî gerîlayan kiriye.

HPGyê eşkere jî kir ku 4 gerîlayan di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha li ser şerê meha tebaxê ti amar belav nekirine.

Operasyona Tirkiyeyê

Lê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro ragihand ku artêşa wan li nav axa Başûrê Kurdistanê operasyoneke asmanî pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li herêmên Metîna, Zap, Gara, Xakurk, Qendîl û Asosê yên Herêma Kurdistanê 20 cih hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê her wiha îdia dike ku hinek fermandeyên gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst