VÎDEO - Meta Alan: Alan tenê bisîklêtek dixwast!

03-09-2015
RÛDAW
Meta Alan Kurdî, Tîma Kurdî
Meta Alan Kurdî, Tîma Kurdî
Nîşan Alan Kurdî Tîma Kurdî Koçber Kobanî Bodrum Bisîklet Kanada
A+ A-

Rûdaw (Kanada) – Meta Alan Kurd, ew zarokê 3 alî yê ji Kobanî ku duh 2ê Îlonê di deryaya Spî de xeniqî, behsa rewşa jiyana malbata Alan dike û dibêje, wek her zarokekî din, Alan daxwaz jê kiribû bisîklêtekê jê re bikire. Meta Alan herwiha got: “Ti demekê jiyana wê malbatê xweş nebûye.”

 

Êvariya îro 3 Îlona 2015an meta Alan li Kanadayê bo hejmarek medyayên cîhanê axivî û behsa rewşa jiyana malbata Alan û çawaniya xeniqîna wan kir. Meta Alan, Tîma Kurdî got: “Malbata Alan ti demekê jiyaneke baş nebûn. Du hefte berî niha wî kurî (Alan) ji min re got, metê tu dikarî bisîkletekê ji min re bikirî? Ew tenê psîklêtek dixwast wek her zarokekî din ku psîklêtan dixwazin. Min jî ji birayê xwe re got, gerek rojekê ez her pere ji te re bişînim da k utu ji xwe re bisîklêtekî bikirî.”

 

Meta Alan, herwiha behsa wê yekê dike, ku sala borî li Kandayê çûye Tirkiyeyê cem birayê xwe ku koçberî Tirkiyeyê bibûn, lê hevjîna birayê wî Ebdullah, her li Kobanî mabû.

 

Tîma Kurdî dibêje: “Min bi telefonê ligel wan diaxivt. Ez amade bûn di her rewşekê de alîkariya wan bikim. Min alîkariya wan jî dikir, ji ber ku min dizanî wan di mala xwe de tiştek tinebûn. Dema ez çûme Tirkiyeyê, min zarok didîtin ku li wê derê kar dikirin. Min nedizanî bi tirkî biaxivim, lê min dizanî çend malbatên sûrî li wê derê hebûn ku li ser livînên kevn razabûn. Min gelek tiştên nexweş li wê derê dîtin.”

 

Meta Alan di berdewamiya axavtinên xwe de herwiha got: “Hevjîna Ebdullah wê demê li Kobanî bû. Ewê demê bajarê Kobanî hemû bi yekcarî wêran bibû. Ebdullah jî hinge gellek dilgiran bû. Dixwast bi her awayekê hevjîna xwe bîne Tirkiyeyê. Wê demê telefon jî jê re kir û ji hevjîna xwe re got, were Tirkiyeyê.”

 

Tîma Kurdî, meta Alanê 3 salî amaje bi wê yek jî kir, ku wê hewla wê yekê dabû ku wê malbatê bibe Kanadayê. Lê belê wan daxwaza belgeyan dikir ku bi tirkî jê re dibêjin Kimlik, an jî her belgeyeke din ku jê re tê gotin yabanci.

 

Meta Alan da xuyakirin: “Min pirsyar li birayê xwe kirk u gelo Tirkiye dê wan belgenameyan bide wî ku pêwîstî pê heye, yanî kimlika tirkî. Birayê min ji min re got, ew yek ti wateyek nîne ji wan re, çimkî ew bû rêdan bi karkirin li Tirkiyeyê ye û hikûmeta Tirkiyeyê jî wan belgeyan nade xelkê Sûriyeyê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst