Serkirdeyekî TEV-DEM: Ragihandina serxwebûna Kurdistanê propoganda ye

03-07-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nasir Hac Mensûr mijara ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê weke propoganda li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), TEV-DEM û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê wesif kir.

 

Hac Mensûr di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya tora civakî Facbookê got xwediyên nêrîna ragihandina serxwebûnê ne ceddî ye û di nava şev û rojekê de nêrîna xwe diguhêrin.

 

Hac Mensûr herwiha got eger serxwebûn bi awayekî ceddî bê ragihandin û piştgiriyeke zor mezin ji hemû parçeyên Kurdistanê û hemû hêzên wê yên siyasî ji vê ragihandinê re hebe.

 

Hac Mensûr diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ragihandina serkirdayetiya Herêmê ji vê babeta mzin re ne tişteke hêsan e û dibe ku ne mumkun be jî.

 

Berpirsê TEV-DEMê got nexşeya helwestên navdewletî û herêmî di vê derbarê re hatine diyarkirin û her yek ji Amerîka, Tirkiye û Îranê Serxwebûna Başûrê Kurdistanê red dikin.

 

Hac Mensûr herwiha got ku ew bawer nake ku serkirdayetiya Herêmê dê dûr ji helwestên navdewletî û herêmî û bi serê xwe biryara xwe bistîne.

 

Di dawiya daxuyaniya xwe de, serkirdeyê TEV-DEMê got ew dûbare dike ku hemû hêzên Kurdistanî dê piştgiriya xwe ji serxwebûnê re ragihînin.

 

Ji aliyê xwe ve, berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand ku "Eger Amerîka jî bibêje na, emê serxwebûnê ragihînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst