Danîmarka lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal kir

03-07-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Danîmarkayê cezayê 5 milyon Kron li kargeha Mezopotamya Brodcasting birrî. Lîsansên weşana MMC, NÛÇE TV û ROJ TV hatin betalkirin.

Dadgeha Eyaleta Kopenhagê, îro di rûniştina danê sibê ya dozê de, lîsansa weşanê ya hemû qenalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting, betal kir. Dadgehê herwiha cezayê pere yê 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) li kargehê birrî. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka Danîmarka de cezayekî ewqas giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijderketina li biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 5 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Yek ji bêjerên Nûçe TV, Amed Dîcle derheqê rewşê de agahî da û diyar kir ku gavên wê ji niha û pê ve bavêjin wê parêzerên wan diyar bike û got: "Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin."

Amed Dîcle da xuyakirin ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got: "Dadgehê jî bi cezayê ewçend giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye."

Dîcle ragihand ku ev biryar ji ya sala 2012an girantire û anî ziman ku ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine cemidandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birrîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û got: "Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtiraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn." Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berovacî de wê weşan qut bibin.”

Dîcle da xuyakirin ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle anî ziman, ku yekemcar e li Danîmarkayê cezayekî ewçend giran ê pere li saziyeke çapemeniyê tê birrîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst