Galeriya wêneyan

03-04-2018
11 Photos
RÛDAW

Pîrmam (Rûdaw) – Di roja yekem a şîna birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Barzanî, nûner û konsilên piraniya welatan ên li Hewlêr û Bexdayê beşdarî di merasîmê de kirin.

Merasîma şînê li bajarokê Pîrmamê birêve çû û ji bilî wezîr û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên partiyên siyasî, serok û nûnerên partî û aliyên parçeyên din ên Kurdistanê û bi hezaran welatiyan beşdarî merasîmê bûn.

Roja Duşemî 2ê Nîsanê, Dilovan Barzanî yê 52 salî birayê Serokweîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.

Ji gelek rayedarên welatan û nûneratiyên wan ên li Kurdistanê û Iraqê û herwiha serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, peyamên sersaxiyê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hatine şandin.