Galeriya wêneyan

03-04-2018
12 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Bi hezaran cihûyên li seranserê cîhanê û Îsraîlê di heyama 8 rojên bêhnvedana (betlaneya) Pîsaş berê xwe dane bajarê Orşelîmê daku hecê bikin.

Li gorî vegêranênên ayînî yên cihûyan, Hz. Mûsa yê pêxember ji gelê xwe re got: Vê rojê bi bîr bînin, ku têde hûn ji bendîtî (koylayetî) ya li Misirê rizgar bûn. Ji ber wê çend jî cihûyên cîhanê vê rojê, weke rojeke ayînî û rojekê ku têde ji bindestî û koyelbûnê rizgar bûne, bi bîr tînin û pîroz dikin.

Xelkê Cihû Orşelîmê li ber Dîwarê Nudbe tekstên ayînî yên Tewratê dixwînin û bi girî û nalînê duayan dikin û poşmaniya xwe ji gunehên kirî radigihînin.