Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdîna ya Bakurê Kurdistanê tankera sotemenî barkirî wergeriya û ajokarê wê birîndar bû.
Li Xaçerêya Sîteya Pîşesaziyê, tankera ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye tesbîtkirin, wergeriya.
Di qezayê de ajokar birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê û îtfaiyeyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse