Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Navenda Kulturî û Rewşenbîrî ya Elewiyan hate avakirin. Kurdên Elewî di wê baweriyê de ne, peresetgeh (Cemxane) û rêveberiya wê xizmeta Elewiyan nakin û ev yek jî bûye sedema nakokî û milmilaneyên berdewam.
Kurdên Elewî li Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi armanca rêgirtin li asîmîlasyon û guşarên li ser civaka elewiyan, biryara damezrandina Navenda Kulturî û Rewşenbîrî ya Elewiyan dane û di wê baweriyê de ne ku peresetgeh (Cemxane) û rêveberiya wê xizmeta Elewiyan nakin û ev yek jî bûye sedema nakokî û milmilaneyên berdewam.
Hejmarek çalakvan û kesayetiyên Kurdên Elewî yên Dêrsimê li beramber vê rewşê çalakiyek kirin û hevra bûn ku Elewiyet di warê fîzîkî û kulturî de rûbirûyê qirkirinê dibe û nîgeraniyên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman.
Kurdên Elewî di wê baweriyê de ne ku bi awayekî bername jêre hatibe danîn û qonax bi qonax Elewiyet ji nav diçe û dibêjin ev rewş ji komkujiya Dêrsimê gelekî metirsîdartir e ku di sedsala derbasbûyî de hatibû kirin. Herwiha tekez dikin ku divê helwêsteke ciddî werbirin û Elewiyetê rizgar bikin.
Çalakvanên Elewî tekez dikin, tevî ku tevahiya Dêrsimê Elewî ne, lê perestgehên wan rola xwe nabînin û çalakiyên cuda yên olî li wan tên kirin ku ne milkê Elewiyetê ne û hemû merasîmên mezhebê Sunne û Îmamê Henîfî li cemxaneyên wan tên kirin.
Ew çalakvan dibêjin, wê rewşê bi taybet bandor li merasîma veşartina miriyan jî kiriye. Herwiha dibêjin, kes nizane kî Pîr û rêveberê wê ye ji ber ku bi awayekî nebaş tê birêvebirin û hikûmet jî bi qest vî karî dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse