Gulpî: Şandina Pêşmergeyên Rojava bo Şingalê biryarekê xelet e

03-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şingal Xanesor YBŞ Pêşmergeyên Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berî yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Fayiq Gulpî diyar kir, ku şandina hêzên Pêşmergeyên Rovaja bo ser sînorê Şingalê biryarekê xelet e û got; “Şerê di navbera hêzên kurdî de tenê dilê dijminan xweş dike.”

 

Fayiq Gulpî, ku siyasetmedarekî nêzîkî PKKê ye ji Rûdawê re got; “Ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve şandina Pêşmergeyên Rojava ji bo devera Şingalê biryarekî xelet e. Ev biryar di demekê de ye, ku Artêşa Tirkiye û hêzên opozîsyona Sûriyê li Minbicê êrîş dane destpêkirin. Dibe ku di navbera Tirkiyê û Pêşmergeyên Rojava de ji bo şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê hemahengiyek hebe.”

 

Gulpî daxuyand, ku şerê di navbera hêzên kurdî de tenê dilê dijminan xweş dike û wiha axivî:

 

“Dilê Tirkiyê bi vî awayî xweş dibe. Tirkiye ev demeke kar dike daku di navbera kurdan de şer derbikeve. Herwiha şerê di navbera kurdan di berjewendiyê DAIŞê de ye û dibe sedema lawaziya kurdan. Lewma divê Wezareta Pêşmerge biryara paşde vekişandina vê hêzê bide. Bêyî rêkeftina siyasî nabe hêzeke din ê leşkerî here herêma di bin desthiladariya hêzeke din.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku îro danê sibê li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê di navbera Leşkerên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ê de şer û pevçûn derket.  

 

Li gorî zanyariyan di encamê de pêşmergeyekî Hêza Roj jiyana xwe jidest da û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand, ku wan bi berpirsên pêşmerge û şervanên YBŞê re axivîne û niha şer û pevçûn sekiniye.

 

Şeşo got; “Herdu alî jî naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Hêvîdar in ku şer nebe û bi taybetî jî em naxwazin li Şingalê şer derbikeve.”

 

Komalgeha Xanesorê mezintirîn komalgeha Şingalê ye. Beriya êrîşên DAIŞê 42 hezar kes lê dijiyan lê niha 15 hezar kes li vê komalgehê ne.

 

Xanesorê dikeve 15 kîlometre rojavayê nahyeya Sînunê û ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Li vê komalgehê 3 bazgehên YBŞê li ser rê ne.

 

Duh hêzekê Leşkerên Roj anku Pêşmergeyên Rojava li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatibû bicihkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst