Li Bedlîs û Çanakkaleyê 128 koçber hatin girtin

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Çanakkale Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê 128 koçber koçber hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Bedlîsê li ser rêya Tetwanê barhilgirek dane rawestandin û di nav de 58 koçber hatine girtin.

Herwiha 2 kes jî bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku piştî kar û barên yasayî hêzên ewlehiyê 2 kes birin dadgehê.

Li aliyê din hêzên ewlehiyê koçberên hatibûn girtin jî birin Rêveberiya Îdareya Koçê ya parêzgehê.

Li Çanakkaleyê 70 koçber hatin girtin

Li navçeya Ayvacikê ya parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê 70 koçber hatin girtin.

Femandariya Ewlehiya Peravan a Bakurê Egeyê ragihand ku îro li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê li du cihên cuda di nav du beleman de 70 koçber hatine girtin.

Li navçeya Ayvacik di belema ku li nêzîkî peravê matora wê xirab bûbû de 22 koçberên welatiyên Efxanistanê hatin girtin.

Li heman navçeyê di belemeke din de ku diçû Yunanistanê 48 koçber hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê her 70 koçberên desteserkirî piştî rêkarên destpêkê ew birin Navenda Vegerandina Biyaniyan a Ayvacikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst