Enqere (Rûdaw) - Beşek karkerên Kurd ên ku li Enqerê ji bo Saziya Fermî ya Çêkirina Avahiyan a Tirkiyê (TOKÎ) kar dikirin du sal in nikarin heqdestên xwe bistînin. Karkerên Kurd dest bi çalakiyekê kirine û biryar e roja sêşemî berdevk û nûnerên wan karkeran seredana parlementoya Tirkiyê jî bikin.
Zêdetirî 200 karker ku piraniya wan Kurd in nêzîkî 2 salan e di karê TOKÎyê de kar dikin û heta niha jî wan heqdestên xwe ji vê saziyê nestandine. 15 ji wan karkeran jî deh roj e ku dest bi çalakiyî kirine û daxwaz ji hikumetê û TOKÎyê dikin ku heqdestên wan werin dan.
Derbarê vê yekê de Berdevkê Karkeran Mustafa Ugur Akkaya ji Rûdawê re wiha got: “Ew e hemû jî karkerên TOKÎyê ne. TOKÎyê herî dawî soz dabû ku meha nîsanê pereyên wan bide. Hevalên me jî li ser karên xwe berdewam bûn. Çek û sened jî dan lê hemû jî vala derketin. Nîsan çû çi ne, gulan , hezîran , tîrmehe heta roja îro rewş wisa ye.”
Omer Ozkaya kurdekî Bakurê Kurdistanê ji bajarê Wanê ye ku ew jî du sal in ji bo TOKÎyê kar dike. Omer dibêje heta niha gellek soz ji wan re hatine dan lê ew soz nehatine bi cih kirin.
Karker Omer Ozkaya wiha axifî: “Zêdetirî yek milyon perê me li cem wan e. Ji bilî wê destheqên din jî hene. Me biryar da ku em dest bi çalakiyê bikin. Em ji girtin û kuştinê natirsin. Çi rêyên me namene. Em nikarin li rûyê malbatên xwe binêrin.”
Heta niha ji gellek saziyên cuda cuda ji bo piştgiriyê şandan seredana cihê çalakiya karekeran kirine. Herî dawî qeymeqam û berpirsên asayîşa Enqerê jî ji karkeran daxwaz kirine ku çalakiya xwe bi dawî bikin.
Derbarê vê mijarê karker Hasan Durgac jî got: “Em dubare bang ji Serokomar dikin, em dixwazin dengê xwe bigehînin dewletê, em mexdûr in. Heqê me tê xwarin. Rewşa me giran e. Em di şertên zor û zehmet e kar dikin. Kêşeyên me gellek in.”
Di gellek projeyên bînasazî yên cuda cuda de li Enqerê piraniya wan ji bajarên Serhedê nêzikî 6 hezar karkerên Kurd kar dikin û ew gellek caran rastî kêşeyên vernegirtina heqdestên xwe tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse