Galeriya wêneyan

02-10-2020
18 Photos

Babe Şêx, Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan şeva bihorî li li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Îro danê sibê termê Babe Şêx ji Hewlêrê ve ber bi Şêxanê ve birêketibû û di rê de li nav hin komelgehên êzidiyan re derbas bû û xelkê bo rêzgirtina li wî li herdu aliyên rê rawestiyabûn û xatira dawî li Babe Şêx xwestin.

Ji ber wefata Babe Şêx, 3 rojan şîna giştî dibe, lê belê li qezaya Şêxanê dê şîna bo mirina wî heft rojan berdewam be.

Îdo Babe Şêx, birayê Babe Şêx ji Rûdawê re ragihand, peyama wan bo Kurdên Êzidî, xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê ev e ku em gelek dilgiran in, Babe Şêx sembola tifaq, biratî û dilsoziyê bû.