Muslim: Operasyonên Tirkiyeyê dê werin astengkirin

02-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, heger Tirkiye operasyonê li Sûriyeyê bike, dê ji aliyê Rûsyayê ve were astengkirin.

 

Hevserokê PYDê Salih Muslim daxuyaniyek da malpera Al-Monitorê  û got, polîtikaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de têk çûye.

 

Salih Muslim got, ji ber ku sînorê Tirkiyeyê yê ligel Sûryeyê, sînorê NATOyê ligel Sûryeyê ye jî, Enqere nikare bê razîbûna endamên mezinên wê rêxistinê destverdanê di axa Sûrieyeyê de bike.

 

Muslim anî ziman Tirkiye wan weke dijmin dibîne lê heger Tirkiye polîtikaya xwe li hemberî wan nerm bike ew amadene ligel Tirkiyeyê birûnin û wiha domand:

 

“Heger Tirkiye li hemberî me nerm bibe em dikarin  di mijara hevkariyê de bi awayekî siyasî birûnin. Dibe ku tiştên baş çêbibe. Lê rayedarên tirk her tim PYD û YPGê weke terrorist dinirxîne. Me çi kiryarên terorî kirine? Heger beriya 2 salan guhdarî me kiriban û hevkariya kiriban hemû tişt dê cudatir biba.”

 

Muslim diyar kir tirkmenên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatîn perwerdekirin tevlî DAIŞê bûne û ew helwest rûreşiyek e.

 

Herêma Ewle

Hevserokê PYDê destnîşan kir ew ne dijî fikra herêma ewle ne û wiha got: “Em dixwazin Tirkiye, Amerîka û hêzên din ên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê tevbigerin. Herwiha em ne li dijî herêma ewle ne jî. Lê em li dijî herêma ewle ya di bin kontrola Tirkiyeyê de ne.”

 

Herwiha Muslim amaje kir ku heger Amerîka piştgirya wan neke dibe ku qurbaniyê wan zêdetir bibe, lê ew dê dîsa bikaribin li berxwe bidin.

 

Operayonên Rûsaya li Sûriyeyê

 

Salih Muslim herwiha derbarê operasyonên asmanî yên Rûsyayê li Sûriyeyê jî axivî û rola Rûsyayê bi erênî binav kir.

 

Muslim derbarê êrişên Rûsya yên li dijî DAIŞê, Ehrar El-Şam û Eniya El-Nusrayê û bandora wan li ser kurd ragihand: “Di vê barê de em ligel Amerîkayê li ser yek nêrînê ne, ku Rûsya jî dikare di jinavbirina DAIŞê de rol hebe û em weke kurd jî dikarin mil bi milê her aliyekê şer bikin ku li dijî DAIŞê şer dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst