Bedlîs - Qayimeqamek ji hewla kuştinê rizgar bû

02-10-2015
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Norşîn Bombe Muharrem Eligul
A+ A-

Bakurê Kurdistan (Rûdaw) -  Qayimeqamê navçeya Norşîn a girêdayî Bedlîsê ji hewleke kuştinê rizgar bû.

 

Li gor çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, îro 2ê Cotmehê qayimeqamê navçeya Norşîn a girêdayî Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê, Muharrem Eligul berî ku ber bi cihê karê xwe be biçe, bombeke pêvekirî bi otomobîla wî ve hat dîtin.

Li gor agahiyan, Muharrem Eligul dema ku dixwast ber bi karê xwe ve biçe, bi awayeke neçaverêkirî bombek bi otomobîla wî ve hat dîtin û bi vî awayî ji hewla kuştinê rizgar bû.

 

Piştî dîtina bombeyê, demildest aliyên têkildar û hêzên ewlehiyê hatin agahdarkirin û piştî ku gihîştin cihê bûyerê, bombe hatin pûçkirin.

 

Hat gotin, ku bombe bi awayekê wisa hatibû danîn ku eger motora otomobîlê dest bi kar kiriba, dê bombe demildest biteqîba.

 

Polîsê Bedlîsê jî derbarê bûyerê de ragihand, ku lêkolînên derbarê bûyerê de dest pê bûne û heya niha ti kes li ser wê yekê nehatiye girtin.

 

Hêj ti kes û aliyekê berpirsatiya danîna bombeyê di bin otomobîla Qayimeqamê Norşînê de negirtiye ser xwe.

 

Qayimeqamê niha yê Norşînê Muharrem Eligul ji meha Tebaxa îsal ve bi fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan hatiye erkdarkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst