Germa Başûrê Kurdistanê dişkê

02-09-2017
Sîrwan Ebas
Nîşan Germa Başûrê Kurdistanê Rêveberiya Keşnasî û Erhejzanîn a Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Keşnasî û Erhejzanîn a Herêma Kurdistanê ragihand, ji sêyem roja Cejna Qurbanê pêve dê pileya germê ya li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê kêm bibe.

 

Li Başûrê Kurdistanê rojên germ cihê xwe ji rojên hêniktir dihêle. Rêveberiya Keşnasî û Erhejzanîn a Herêma Kurdistanê ragihand: “Di sêyemîn roja Cejna Qurbanê de dê pileya germê ya li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê dakeve û ev jî dê bibe dawiya germa havîna îsal.”

 

Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasiyê, di vê heyamê de dê esman sahî bibe, leza bayê li ser hemdê xwe be û bergeha tîtinê jî li ser 8 kîlometreyan re be.

 

Rêveberiya Keşnasiyê diyar kir: “Ji sêyemîn roja cejnê û pêve dê pileya germê dest bi nizimbûnê bike. Pileya germê ya piraniya rawestgahan dê di bin 40 pileya selezî de be û germa Tebaxê dê bidawî bibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst