Li Batmanê “şivanekî dîn” gundek kir gola xwînê

02-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Batman (Rûdaw) – Li gundekî navçeya Hezoyê ya Batmanê li Bakurê Kurdistanê, “kesekî dîn” gundî da ber gulleyan, di bûyerê de herî kêm 8 kes mirin.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, îşev li gundê Suphiya yê girêdayî navçeya Hezoyê ya Batmanê, şivanê gund ku dibêjin dîn bûye bi tivinga nêçîrê gulle berda gundiyan.

 

Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Hat gotin birîndar birine nexweşxaneya Batmanê û di nav miriyan de 3 jin jî hene.

 

Hat gotin, êrişker piştî bûyerê reviyaye lê hêzên ewlehiyê li pey wî digerin.

 

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê tijî nav gund bûn û tedbîrên tund girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst