Red Salih: Ji ber PDK û YNKyê li Kerkûkê parêzgar nayê hilbijartin

02-06-2024
Kerkûk / Wêne: Arşîv
Kerkûk / Wêne: Arşîv
Nîşan Kerkûk PDK YNK Parêzgarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksiyona Qiyadeyê ya Meclîsa Kerkûkê Red Salih got, “Li Kerkûkê hokara sereke ya ku parêzgar nayê hilbijartin PDK û YNK ne.”

Red Salih beşdarî bultena 21:00ê ya Rûdawê bû di mijara Kerkûkê de rexne li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girtin.

Endamê Kurd ê Meclîsa Kerkûkê Ehmed Kerkûkî ji Rûdawê re gotibû ku ji ber Ereb û Tirkmenan parêzgarê Kerkûkê diyar nabe.

“Divê bi dorê parêzgariyê bikin”

Red Salih bersiv da Ehmed Kerkûkî û got:

“Ev axaftin ji rastiyê dûr e û tiştekî wiha nîne.

Ereb, Kurd û Tirkmen ji bo wergirtina parêzgariyê bi israr in lê encamên hilbijartinê derxist holê ku yek ji wan pêkhateyan nikare bi tena serê xwe parêzgariyê bistîne.

Ji ber vê vê yekê jî heta ku pekhateyek bi yên din re li hev nake nikarî postê parêzgariyê bistîne.

Hêdî hêdî hemû alî tên ser vê fikrê. Divê Kurd, Ereb û Tirkmen bi dorê  bên postê parêzgariyê.”

“Sedem pirsgirêkên di navbera Kurdan de ne”

Serokê Fraksiyona Qiyadeyê ya Meclîsa Kerkûkê Red Salih bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Kurdan de û got:

“Sedema sereke ya diyarnebûna parêzgarê Kerkûkê pirsgirêk û nakokiyên di navbera Kurdan de ne.

“PDK û YNK li hev nakin”

PDK û YNK li hev nakin. YNKyê di pêşniyara xwe de PDK û Tirkmen ji postê parêzgariyê bê beş kirine.

YNK dibêje bila parêzgarê Kerkûkê du salan Ereb û du salan jî Kurd be. Herwiha alîkarên parêzgar jî Tirkmen û endamên PDKyê bin.

PDK jî pêşniyar dike ku Kurd, Ereb û Tirkmen îdareya Kerkûkê bi hev re bi rê ve bibin.”

 Red Salih li ser mijara ku parêzgarê Kerkûkê serbixwe be jî got:

“Heke PDK yekî pêşniyar bike dê YNK qebûl neke û heke YNK navekî pêşniyar bike dê PDK qebûl neke.”

18ê Kanûna Pêşîn a 2023yan li Kerkûkê hilbijartin hatin kirin.

Kurdan 7 (YNK 5, PDK 2) kursî, Ereban 6 kursî, Tirkmenan 2 kursî standin û kursiyekî kotayê yê Mesîhiyan heye.

Meclîsa Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û ji bo ku parêzgar bê hilbijartin pêdivî bi 9 dengan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst