Galeriya wêneyan

03-06-2023
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Herêma Kurdistanê bi beşdariya 75 şofêran cara yekem li navçeya Şeqlaweyê Festîvala Off-Roadê hat lidarxistin.

Şofêr berî ku beşdarî pêşbirkê bibin otomobîlên xwe kontrol kirin, ji bo ku otomobîlên xwe xurt bikin çend perçe hesin bikar anîn û ji bo ewlehiya xwe hewaya lastîkên otomobîlên xwe jî kêm kirin.

Bi sedan welatî ji bo ku festîvalê ji nêz ve bibînin çûne Şeqlaweyê. Li Herêma Kurdistanê 12 komên cuda hene û her sal pêşbirkên taybet saz dikin. Îsal wan 12 koman bi hev re festîvalek rêkxistin.

Qada pêşbirkê 1200 metre bû; Merîwan Mesîfî di festîvalê de bi bileziya 3 xulek û 45 çirkeyan pileya yekem bi dest xist.

Lîstikên Festîvala Off-Roadê di nav bilindahî û heriyê de têne lîstin, şofêrên vê lîstikê yên ku xwe dispêrin otomobîlên bilind û bihêz derbasbûna ji rêyên dijwar û cihên ku otomobîlên asayî nikarin derbas bibin kêfê dîstinin.