YNK li ser wergirtina posta Parêzgariya Kerkûkê rijd e

02-06-2019
RÛDAW
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser wergirtina posta Parêzgariya Kerkûkê rijd e
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser wergirtina posta Parêzgariya Kerkûkê rijd e
Nîşan YNK Parêzgariya Kerkûkê PDK
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser wergirtina posta Parêzgariya Kerkûkê rijd e û dixwaze endameke partiyê bike parêzgar. Aso Mamend diyar dike ku PDK amade nîne ku pirsgirêka Kerkûkê çareser bike, Berdevkê PDKê jî dibêje ku na, ew berpirs in û divê berpirsyariyê hilbigrin.

 

Usman Ebdullah ku pêşmergeyê dêrîn ê YNKê ye, di 44emîn salvegera damezrandina partiya xwe de daxwaz dike ku siyasetmedar avekê birjînin ser vî agirî ku ji ber nakokiyan li Kerkûkê ketiye nav mala Kurdan.

 

Usman Ebdullah dibêje: “Ez ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz dikim ku destên xwe bidin hev  ji bo bidawîkirina vê êşa Kurd û Kerkûkiyan. Niha ew li hev bikin, êş û janên me dê hinek kêm bibin.”

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berpirsên YNKê weke berpirsyarên rewşa Kerkûkê dibîne. Berdevkê PDKê dibêje ku YNK di betlaneya me ya dirêj de Kerkûk kiriye kirasê Osmanî û pabendî rêkeftina asayîkirina rewşa Kerkûkê jî nîne.

 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed diyar kir: “Ti gotûbêjeke me (li gel YNKê) tine û me berê gotina xwe kiriye, me navbereke dirêj da, me demeke gelek dirêj jî ji bo wan gotûbêjan terxan kir. Ew pabendî rêkeftinê nînin û divê berpirsyariyê hilbigrin û xelkê Kurdistanê jî vê yekê bizane.”

 

Kesê yekem ê YNKê li Kerkûkê, ku pêgeha herî mezin a partiya wî li wê parêzgehê heye, dibêje ku eger pirsgirêka PDKê li ser nav e, kê dixwazin bila bikin berbijêr, bi mercekî ku ji YNKê be.,

 

Endamê Polîtburoya YNKê Aso Mamend dibêje: “Birayên me yên li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) naxwazin pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin, eger dixwestin, em amade bûn ku navên çendîn berbijêran bidin wan, lê ev mafê me ye û divê ji me re be, mana me li Kerkûkê li gel partiyên din nayê wê wateyê ku rewşa vê parêzgehê bi dilê me ye, lê em naxwazin xelk û vê axê bi cih bihêlin.”

 

Ji sala 2003an ve parêzgarên Kerkûkê bi rêkeftina PDK û YNKê têne hilbijartin, bûyerên 16ê Cotmehê û kûrbûna nakokiyan wisa kiriye ku piştî 14 salên hikumraniya Kurd, Erebek bi wekalet bûye parêzgar, tevî ku herdû aliyan jî nerazî ne, heta niha nekarîne li ser cigîrê wî li hev bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst