Du hezar Şirnexî di jêr kolik û çadiran de dijîn

02-06-2016
Firat Kelehkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şirnex Koçber Qedexeya Derketina Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Şirnexê ku ji 14ê Adarê ve derketina derve hatiye qedexekirin û operasyon berdewam in, 2 hezar welatiyên ku rewşa wan a aborî xirab e û neçar bûne ji bajêr koç bikin, niha li ser rêya Cizîrê devera Îkîzce ku dikeve quntara çiyayê Cûdî, di jêr kolik û çadiran de dijîn û rewşa wan xirab e.


Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji ber qedexeya derketina derve û şer û pevçûnan, nêzîka 90 hezar kesan neçar man ku ji bajarê xwe koç bikin. Hinek ji Şirnexiyan li navçe û gundên derdorê li ba xizm û merivên xwe bicîh bûn, hinek jî derbiderî bajarên din bûn. Lê nêzîka 2 hezar kes ku ji zarok, jin û kal û pîran pêk tên û rewşa wan a aborî nebaş e, ji neçarî li quntara çiyayê Cûdî din bin kolik û çadiran de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.


Welatiyên ku bi zorê debara jiyana xwe dikin her roj bi dûrbînan şer û pevçûnên li Şirnexê dişopînin û bi dehan zarok ji xwendinê bêpar di nav şert û mercên dijwar de jiyana xwe derbas dikin. Şirnexiyên koçber dibêjin, pêdiviya wan bi hemû kelûpelên jiyanê heye, lê gazina ji wê yekê dikin ku heta niha tu aliyan alîkariya wan nekiriye ji xeynî gundên derdorê pêve.


Jin gazinan ji rewşa xwe ya heyî dikin û dixwazin di demeke zû de operasyon bidawî bibin û wegerin ser mal û halên xwe.


Zarok li ber sir û seqemê bêyî ku haya wan ji paşeroja wan hebe dileyizin û ji xwendin û hemû xizmetguzariyên tendirûstiyê bêpar cave wan li gezek nan e daku pê bijîn.


Daxwaza serekî ya Şirnexiyên koçber ew e ku rojeke berî rojekê şer bi dawî bibe û vegerin malên xwe û zarokên wan jî biçin dibistanê ku 2-3 meh e ji xwendinê mane û di rewşeke xirab de dijîn. Herwiha tekez dikin ku ne dewleta Tirkiyê û ne jî hîç aliyekî din alîkariya wan nakin û mane li ber rehma Xwedê.


Li Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derve hatiye qedexekirin û şerê di navbera hêzên leşkerî yên dewleta Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam e. Bajar wêran bûye û heta niha ji herdu aliyan bidehan kes bûne qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst