Rûdaw ji Amedê rûmala hilbijartinên Tirkiyeyê dike

03-06-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Tora medyayiya Rûdawê wek hilbijartinên berê yên Herêma Kurdistanê, Iraqê, Tirkiyeyê û welatên din, wê care jî bi awayekî tabet rûmala hilbijartinên 7ê Hezîranê li Tirkiyeyê dike. Rûdaw ji studyoya Amedê ve her şev ji saet 21 heta 22 bi pêşkeşvaniya Dilbixwîn Dara rûmala hilbijartinên wî welatî dike.

 

Rûdaw wek karê xwe yê herdemî, çawa berê rûmala hilbijartinên li Başûrê Kurdistan, Iraq, Tirkiye û welatên din ên cîhanê kiriye, wê care jî rûmala hilbijartinên giştî yên parlamentoya Tirkiyeyê dike.

 

Lê rûmala wê carê ya Rûdawê bi awayekî taybet e û pêşkeşvanê navdar Dilbixwîn Dara ji studyoya Rûdawê li Amedê her şev saet 21 heta 22 li gor dema Hewlêrê, bernameyek taybet derbarê hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê pêşkêş dike.

 

Di rûmala wê carê de, Rûdaw bi rêya peyamnêrên xwe li bajarên cuda cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li paytextên cîhanê, bîner, xwîner û guhdêran li her hûrkarî û bûyerekê derbarê hilbijartinan de agahdar dike. Ew jibilî wê yekê ku portal Rûdawê dem bi dem nûtirîn û girîngtirîn nûçeyên pêşkêşî serankiriyan dike.

 

Roja 7ê Hezîran  aîsal hilbijartinên giştîyê yên xûla 25mîn a parlamanetoya Tirkiyeyê tê lidar xistin. Di wê hilbijartinê de 56, 632, 889 dengder mafê dengdanê hene ku 53, 765, 231 kes li navxweyê Tirkiyeyê ne û 2, 867, 658 kes jî li derveyê Tirkiyeyê ne.

 

Hejmara kursiyên parlamentoya Tirkiyeyê 500 kursî ne û 20 partiyên siyasî û 165 namzedên s erbixwe kiberiyê dikin bo çûna nav parlamentoyê.

 

Ew hilbijartinên wê care hem ji kurdên li Bakurê Kurdistanê re giriîng e û hem jî ji AK Partiyê re, çimkî ew cara yekemîn e, HDP wek partî tevlî hilbijartinan dibe û pêwîst e benda %10 a hilbijartinan derbas bike.

 

 








 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst