Şaredariya Wanê: Qeyûm şaredarî bi 533 milyon dolar kirye deyndar

02-05-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîqaşa deynê li ser şaredariyan hêj berdewam e
Nîqaşa deynê li ser şaredariyan hêj berdewam e
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HDP Wan Qeyûm Deyn
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Hilbijartinên şaredariyan di 31ê Adarê de qediyan lê nîqaşa deynê li ser şaredariyan hêj berdewam e. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê poteke mezin li ser avahiya şaredariyê daliqandin û tê de deynê şaredariyê nivîsandin.

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî 2 sal û nîvan di hipbijartinan de ji destê qeyûm derket û kete destê HDPê. Lê ji şaredariya Wanê re 533 milyon dolar deyn ma. Şaredariyê lîsteya deynê ku îdia dike ji qeyûm  maye li ser poteke mezin nivîsand û bi avahiya xwe ve kir. Qeyûmê Wanê jî bi heman şêwazê bersiva hevşaredarên Wanê da. Wî jî li ser poteke mezin lîsteya xizmetan nivîsand û bi hemû avahiyên saziyên dewletê ve daliqand. Ew jî îdia dike ku ev deyn ji dema şaredariya HDPê maye. 

 

Li gorî îdiaya hevşaredarên HDPê di nava 2 sal û nîvan de qeyûm milyarek û 107 milyon û 556 hezar û 94 TL deyn hiştiye. 

 

Deynê şaredariya Wanê li beramber dowîzê 533 milyon dolar dike. Tirsa hevşaredaran ew e ku dewlet her meh beşeke mezin di şûna deynê xwe de ji budçeya şaredariyê bibire. 

 

Derbarê vê yekê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ji Rûdawê re wiha got: “Em dê xizmeteke bi qelîte û baş û di dema xwe de bikin. Lewre xizmeta ku di dema xwe de neyê kirin ti meneya wê jî namîne. Ji ber vê yekê bila kes ji deyn netirse. Em jî ji deyn natirsin. Em dê çavkaniyên xwe bi destê xwe biafirînin. Wan têra xwe heye. Li Enqereyê dewlet dest deyne ser pereyên şaredariyê jî em dikarin bi van çavkaniyên xwe xizmeta gelê xwe yê Wanê bikin.” 

 

Piştî şaredaran qeyûmê Wanê jî ku parêzgar e, bi heman şêwazê bersiv da. Wî jî li tevahiya avahiyên saziyên dewletê potek mezin daliqand û îdia kir ku wî 23 milyon dolar deynê hevşaredarên HDPê daye. Wate wî şaredariyê bi milyarek û 121 milyon lîreyê tirk dewr girtiye. 

 

Serokê AK Partiya Wanê yê berê Zahîr Sogandan jî wiha got: “Wextê qeyûm hate ser şaredariyê wê hingê milyarek û 121 milyon TL wê demê deynê şaredariya HDPê hebû. Lazim e ku kî tê bila were gereke xizmeteke baş bike û xizmeteke girîng bike. Şaredarî 8-9 sal di destê HDPê de ma lê wê demê tu xizmetek nekir.”

 

Ji meha mijdara 2016an heta hilbijartinên şaredariyan ên 31ê adara îsal 96 şaredariyên di destê HDPê de bi qeyûman hatin birêvebirin. Niha her şaredariyek HDPê bi îdiaya ku qeyûman gendelî kirine li ser hev deynê şaredariyan aşkera dikin. Di nava hemû şaredariyan de deynê herî zêde ya şaredariya Wanê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst