EFRÎN - 202 malbatên din ên ereb li Mabata hatin bicihkirin

02-05-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Mabata Guhertina demografiya Ereb Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mabata ya ser bi Efrînê ve 202 malbatên erebên Xûteya Rojhilat hatine bicihkirin.

 

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarokê Mabata ya Efrînê ji Rûdawê re da zanîn, ku 202 malbatên erebên Xûteya Rojhilat li bajarokê navborî hatine niştecîkirin.

 

Li gorî heman çavkaniyê, hejmara endamên her 202 malbatên ereb, 885 kes in.

 

Heman çavkaniyê da zanîn, ku 360 malbatên Kurd ên xelkê Mabata, li vî bajarokê dimînin, ku hejmara endamên wan 900 kes in.

 

Li gundê Qenterê jî, ku ser bi Mabata ve ye, 67 malbatên Kurd li ser malên xwe ne, ku hejmara endamên wan 268 kes in.

 

Di dîmenan vîdyoyî yên ku ji Rûdawê re hatine şandin, diyar dibe, ku erebên Xûteya Rojhilat li nav bajarokê Mabata digerin.

 

Herêma Efrînê di roja 18ê Adara îsal de piştî êrişa berfireh a Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û piştî 58 rojan şerên giran kete bin kontrola wan hêzan.

 

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û gundewarên derdora wê tên, ku amaje bi guhertina sîstematîk a demografiya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst