Partiyên Kurdistanî: Mizgînî, me 'Tifaqa Kurdistanî’ ava kiriye

02-05-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Hereketa Azadî PAK PDK-T Platforma Demokratên Kurdistanê PSK
A+ A-

Amed (Rûdaw) – 5 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê ragihandin ku wan biryar daye ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24ê Hezîranê bi hevre tevbigerin. Partiyan herwiha ji bo tifaqa hilbijartinê şert û mercên xwe jî eşkere kirin.


Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Hereketa Azadî), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro li Cemyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemeniyê saz kirin û helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihandin.

 

Di civînê de Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş bi Kurdî û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik jî bi Tirkî daxuyaniya partiyên Kurdistanî ji raya giştî re parve kirin.  

 

Partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de ragihandin, ku wan biryar daye di Hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi hev re tev bigerin û xebatê bikin. Herwiha prensîbên xwe yên siyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê hatine eşkerekirin.

 

Di prensîba pêşîn de “qebûlkirina gelê Kurd û Kurdistanê û herwiha mafê xwebirêvebirinê” cîh girt.

 

Prensibên partî û tevgerên Kurdistanî wiha hatine rêzkirin:

 

“- Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xwebirêvebirina li  ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.

 

- Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî resmî qebûlkirina zimanê Kurdî.

 

- Li dijbûna hemû qedexeyên li ser azadiya ramanî û xebata rêxistinî

 

- Qebûlkirina mafên netewî û bawermendiyê yên hemû eqaliyet, dîn û mezheban.

 

- Parastina mafên jinan.

 

- Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû aliyên Kurdan bibin mixatabê diyalogê

 

- Xwestina serbestberdana  hemû girtî û hefsiyên siyasî.

 

- Divê qanûna  partiyên siyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bê çêkirin da ku hemû astengiyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.

 

- Sonda Parlamenteriyê li ser bingehe ku hebûna eqaliyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatiye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.

 

- Divê Dewleta Tirkiyeyê hemû şerh û astengiyên ku li ber bicîhanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kiriye ji holê rake.

 

- Divê hemû Şertên Ewrûpayê yên di Derbarê Xweseriya Rêvebiriyên Herêmî de bêne qebûlkirin.

 

- Ji bo  ev prensîbên me yên siyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, siyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.

 

- Emê mihawile bikin ku li ser van prensîbên siyasî em potansiyela herî berfireh ya siyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bikin.

 

- Emê  wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi wan aliyên Tirkiyeyê yên ku van prensîbên me yên siyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav diyalogê de bin.

 

- Ev aliyên ku ji bo avakirina alternatîfeke neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan  li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên siyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi aliyên siyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di derbarê şêweya beşdariya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.”


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst