Koçeran berê xwe dan zozanên Mûşê

02-05-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Mûşê koçerên ku pez xwedî dikin yên ku zivistanê ji ber sermayê berê xwe didin deştên Bakurê Kurdistanê, piştî ku hewa germ bû cardin vegeriyan.


Koçer Zekî Erikli ku di serê meha Mijdarê de 300 pez hilda û çû meraya ku li Rihayê kirê kiribû, diyar kir ku 7 meh bi şûnda vegeriyan.


Zekî Erikli destnîşan kir ku li Çiyayê Kurtika Mûşê zozana wan heye û herwiha ew dê pezê xwe bibe wir û wiha pê da çû:


"Em bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Ji ber hindê divê em ji bo pezê xwe ciyên guncaw hilbijêrin. Ev der havînê bona heywadariyê pir xweş e. Lê belê zivistanê li vir pir berf dibare û gelekî serma çêdibe. Ji ber vê zivistanê li vir heywandarî pir dijwar e."




Suat Aktaş ê şivaniyê dike jî destnîşan kir ku ev 20 roj e ew ji Rihayê peya diçin Mûşê. Aktaş got ku ew bi şev radiwestin, bi roj jî timî dimeşin.


Li nêzîkî Pira Muradê ya dîrokî bihurîna pez gelekî bala welatiyan kişand û herwiha welatiyan bi taybetî jî bi berxan re wêne kişandin. (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst