Li Raniye polîsekî xwe kuşt

02-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Li bajarokê Serkepkanê yê Raniye li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, polîsekî parastina daristanê xwe kuşt.

Îro (02.05.2013) danê êvarê li bajarokê Serkepkanê yê devera Raniye, polîsekî parastina daristanê li nav ofîsa xwe de xwe kuşt.

Derheqê bûyerê de berpirsê ragihandinê yê polîsê Raniye Mistefa Mihemed ji Rûdawê re got, “Saet 18:00ê îro, polîsekî parastina daristanê di dema karê fermî de gulleyek berda serê xwe û xwe kuşt.”

Mihemed diyar kir ku lêkolîn û lêpirsîn derbarê bûyerê de destpêkiriye.

Navê wî polîsî Hêriş Elî ye û sala 1981ê li gundê Cinîran li devera Hîran a Şeqlawe ya Hewlêrê ji dayik bûye û bavê 3 zarokan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst