NISÊBÎN - Vê care mayin teqiya: 5 birîndar

02-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mayinek teqiya û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bû.

Li gor agahiyan li navçeya Nisêbînê îşev derdora saet 22.00ê li taxa Firat a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mayinek teqiya.

Hat gotin di encama teqînê de li gor agahiyên destpêkê 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bûne bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Vê êvarê avahiya leşker û polîsên Tirkiyê ketinê teqînek çêbû û di encamê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê di 13ê Adarê de qedexeya derketinê derve hatibû îalnkirinû şer û pevçûn ji 13ê adarê ve li navçeyê berdewam dikin 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst