Galeriya wêneyan

02-03-2020
10 Photos
RÛDAW

Her çende li Hewlêrê ahengên Newrozê hatin ragirtin ji ber vîrusa Koronayê lêbelê wê vîrusê ti karîgerî li ser bazara cilûbergên Kurdî nekiriye û daxwazeke zêde heye.

Her sal di mehên Sibat û Adarê de, rêjeya xelkê ku berê xwe didin terzîxaneyan li Herêma Kurdistanê zêde didin bi boneya hatine biharê û ahengên Newrozê.

Yek ji hemwelatiyan dibêje, her çiqas hemû aheng ji ber vîrusa Koronayê hatibin betalkirin jî ti karîgerî li ser bazara cilûbergên Kurdî çê nebûye û xelkekî zêde berê xwe didin terzîxaneyan.

Hidayet Şêxanî ku pêdawîstiyên cil û bergên Kurdî difiroşe, dibêje xelk di vê mehê de bi boneya Roja Cilûbergên Kurdî û Newrozê berê xwe didin cilûbergên Kurdî û kum û kofiyan girê didin.

Şêxanî amaje bi wê jî dike, cilûbergên Kurdî ciwaniyeke taybet heye û zêdetir ji 20 cureyên ciyawaz kum û kofî hene.