Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê ji bo meha Adarê rojên bêhnvedanên fermî diyar bûn.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizayî ragihand, di meha Adarê de rojên betlaneyê (pişû) 6 roj in.
Li gor daxuyaniya ku hate belavkirin, rojên betlaneyê ev in:
5ê Adarê: Salvegera Raperîna gelê Kurd (serhildana Başûrê Kurdistanê) ya li dijî Beisê
11ê Adarê: Salvegera rêkevtina xweseriyê (otonomî) ya bi Bexdayê re.
14ê Adarê: Rojbûna Nemir Mele Mistefa Barzanî.
21, 22 û 23ê Adarê: Cejna Newrojê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse