Li du navçeyên Bakurê Kurdistanê betlane hat ragihandin

02-01-2019
RÛDAW
Li parêzgeha Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di wan du rojan de gelek berf bariye. Wêne: DHA
Li parêzgeha Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di wan du rojan de gelek berf bariye. Wêne: DHA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dîlok Berf Şahînbey Şehîd Kamîl Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barîn û kombûna berfeke zêde li Dîloka Bakurê Kurdistanê, li du qezayên wê parêzgehê betlane hat ragihandin. Vê hefteyê şepoleke berfê bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye, bi taybetî li Dîlokê gelek berf bariye.

 

Ji ber berfeke zêde li herdu bajarokên Şahînbey û Şehîd Kamîl bariya ye, li herdu bajarokan yek roj betlane hat ragihandin.

 

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li ser tora civakî belav kiriye ku berfeke zêde li deverê bariye.

 

Betlane tenê roja Çarşembiyê 2ê Çileya 2019ê dibe û hemû sektoran li xwe nagire, tenê li dibistan û navendên çareseriya xwezayî tê cîbicîhkirin. Herwiha fermanberên ducanî û pêdiviyên taybet mohleta kargêrî wergirtine û dikarin van rojan dewam nekin.

 

Ji ber berfa zêde hejmarek rêyên serekî yên bajarokên Bakurê Kurdistanê ku hatibûn girtin ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatin vekirin. Herwiha barîna berfê li navçeyê berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst