ÊLIH – Qirika jinekê hat jêkirin

02-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, cenazeyê jineke di otomobileke de hat dîtin.

Li gor agahiyan, welatî pê hesan ku wesayîta bi plakeya 21 KP 456 demeke dirêj  ser kolaneya SSKê rawestaye û piştre polîs ji wê yekê agahdar kirin.

Polîs piştî agahdarkirine çûn cihê otomobîlê û bi zorê deriyê otomobilê vekirin. Di otomobîlê de cenazeyê jinekê qirika wê jêkirî hat dîtin.

Piştî lêkolînê hat zanin navê wê Songul D.ye û 22 salî ye. Polîsan cenaze bo otopsiyê birrin Nexweşxaneua Dewletê ya Êlihê.

Ji bo zelalkirina bûyerê lêkolîneke berfireh hatiye dest pê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst