SILOPIYA – Cenazeyê zarokan li malan tên rawestandin

02-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Cenazeyên 6 welatiyan ku ji wan 3 zarokên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatine kuştin çend roj in ku li mala û mizgeftan tên rawestandin.

Li navçeya Silopiya ji bo rakirina barîkat û xenqedên li navçeyê 20 roj in qedexeya derketina derve didome û di navbera şervanên Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz û hêzê ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn berdewam dikin.

Li gor agahiyan cenazeyên 6 kesan ên di encma aloziyan da jiyana xwe ji dest dane ji ber qedexeya derketina derve û aloziyan malbatên wan nikarin binax bikin. Malbat cenazeyan di mizgeft û malan de bi qeşayê diparêzin.

Ji aliyê din ve enazeyên 2 ciwanên kurd ên ku ji aliyê polîsan ve li navçeya Surê ya Amedê hatine kuştin 11 roj in ku li kolanan in. Walitiya Amedê destûr nade ku malbat cenazeyên zarokên xwe ji Sûrê derxin û bin ax bikin. Malbatan li dijî helwesta walitiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst