Silêmanî (Rûdaw) – Xwepêşandana mamosteyên nerazî li bajarê Silêmanyê berdewam e û hejmarek mamosteyên xwepêşander ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê ragihand, biryarbû îro mamosteyên nerazî li pêşiya avahioya perwerdeyê ya li Silêmaniyê kombûneke nerazîbûnê encam bidin û peyama berdewamiya baykotkirina holên xwendinê rabgihênin, lê berî gihiştina mamosteyên nerazî, hêzeke çalakyên medenî û hêzên polîs û asayişê rêgirî li xwepîşandanê girtin.
Piştre mamosteyên nerazî berdewam bûn di xwepêşandanê de û çûn pêşiya dadgeha Silêmaniyê û heya niha jî xwepêşandan berdewame.
Payamnerê me herwiha diyar kir ku 13 kes ji çalakvanên mamosteyên nerazî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin , ku 7 kes ji wan endamê civata mamosteyên nerazî ne, got jî mamosteyên nerazî dibêjn heya mamosteyên girtî neyên azadkirin , ew li pêşiya dadgeha Silêmaniyê bimînin û li ser xwepêşandanan berdewam bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse