Zivistan bûye metirsiyek ji bo koçberan

01-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hatina werzê serma û zivistanê, koçber xistine nava tirs û fikaran, bi taybetî li kampa Hesen Şam.

 

Ev demeke koçber amadekariyan dikin ji bo ku xwe ji baran û lehiyan biparêzin.

 

Her koçberek mijûlî çêkirina çadir û konên xwe ye ji bo ku di dema şiliyê de av neçe hundir.

 

Bi hatina werzê serma û zivistanê re roj bi roj hejmara koçberan jî zêde dibe û cî di kampan de namîne.

 

Ji aliyê din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihandibû, ku ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê heta niha, 68 kesan ji Mûsilê koç kirine. Ji sedî 74ê vê jimarê, wate 52 hezar kes (10 hezar malbat) hatine Herêma Kurdistanê û li kampên Xazir, Hesen Şam û Dibegeya Hewlêrê û herwiha li kampên Zêlkan û Nêrgîzlî yên Dohokê hatine bicîhkirin.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rewşa koçberan de hişyarî jî dide û radigihîne, “Ji ber nebûna av, xwarin, derman, sûtemenî û pêwîstiyên sereke, rewşa jiyana piraniya xelkê navçeyên hatine kontrolkirin, xirab e. Eger weke pêwîst û bi lezgînî alîkarî negihe wan, neçar dibin navçeyên xwe bicîh bihêlin û bêne Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst