Galeriya wêneyan

01-11-2020
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Belavbûna vîrus Coronayê karîgerî li ser hemû astên civakê kiriye, lê nekarî ciwanan rabigire da ku Cejna Halloween saz nekin.

Hejmareke ciwanan li Hewlêrê li mala yek ji hevalên xwe, rêûresma Cejna Halloween saz kir ku hemûyan bi cilûbergên taybet û ciyawaz cihê xwe di rêûresmê de girt.

Xufran Heyder yê 16 salî ji Rûdawê re ragihand, “Me li gel hevalên xwe biryar da em jî wek cîhanê li mala xwe ahenga Cejan Halloween encam bidin. Lewma me amadekariyên xwe kir.”

Xufran dibêje, “Îsal ciyawaz e ji ber ku li ti cihekî ji ber vîrusa Coronayê û rênimayên tendirustî ti aheng nayê girêdan.”

Ceja Halloweenê merasîmekê ku her sal Amerîka û hinek welatên Ewropayê tê pîrozkirin. Kesên ku vê cejnê pîroz dikin di wê baweriyê de ne ku bi liberkirina kincên sosret û ecêb hizr û hêzên şeytanî li xwe dûr dikin.

Wêne:  Bilind Tahîr - Rûdaw