Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan bi dawî hat!

01-11-2015
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hilbijartinên 1ê Mijdarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya bajarên Tirkiyê dengdana hilbijartinên Tirkiyê bi dawî hat û hijmartina dengan dest pê kir.

Li bajarên Adiyaman, Agrî, Artvîn, Çewlig, Bitlîs, Amed, Elazıx, Erzîncan, Erzirom, Dîlok, Gûresûn, Gûmûşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Maraş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sîwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ku dengdan ji saet 07:00 dest pê kiribû, saet 16:00 bi dawî hat. Saet 17:00 jî li deverên din ên Tirkiyê dengdan xilas bû. 


Demîrtaş dengê xwe avêt sindoqê


 

Hevserokê HDPê û namzedê wê partiyê yê Stenbolê, Selahedîn Demîrtaş li bajarê Stenbolê dengê xwe avêt sindoqê.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê çû ser sindoqê û dengê xwe da.

Demîrtaş piştî ku dengê xwe da, daxuyaniyek da û got, em hêvîdar in ev hilbijartin bi xwe re aştî û aramiyê bîne û bibe sedema xêr û xweşiyê.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Mihemed Izedîn ragihand, li wê medreseya ku Demîrtaş deng da, tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin.

Izedîn her wiha got, Demîrtaş dê îro derbasî Enqerê bibe û li navenda giştî ya partiya xwe hilbijartinan bişopîne.


Davûtoglu jî dengê xwe avêt sindoqê




Serokê Giştî yê AKPê û namzedê wê partiyê yê bajarê Konyayê Ahmet Davûtoglu dengê xwe avêt sindoqê.

Piştî Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu jî dengê xwe da.

Davûtoglu ku namzedê AKPê yê Konyayê ye, piştî ku dengê xwe avêt sindoqê, daxuyaniyek da û got, em hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedema geşbûna demokrasî û aramiyê.

Serokê Giştî yê AKPê her wiha ragihand, encamên hilbijartinan çi dibin bila bibin, divê her kes qebûl bike û got, înşala ezê “Axaftina Balkonê” jî bikim.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê li Stenbolê dengê xwe bide, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê li Enqerê û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî dê li Enqerê dengê xwe bidin. 

 

Erdogan jî dengê xwe avêt sindoqê

 


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dibistanekê li Stenbolê dengê xwe da.

Piştî Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu, Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî li dibistana Sefiyet a Stnbolê dengê xwe da.

Erdogan, piştî ku ligel hevjîna xwe Amîne Erdogan dengê xwe avêt sindoqê, daxuyaniyek da û ragihand: “Em hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedemek bo aramî û xweşiya welatê me.”

Serokomarê Tirkiyê wiha got: “Welatî nûnerên xwe hildibijêrin û divê em rêz li encamên hilbijartinan û nêrîna xelkê bigirin.”

Erdogan li heman dibistana ku di hilbijartinên 7ê Hezêranê de dengê xwe dabû, dîsa li wir dengê xwe avêt sindoqê. Hejmarek alîgirên partiya wî li derdora dibistanê kom bibûn, bo diyarkirina piştgiriya xwe bo AK Partî.

 

Serokên CHP û MHPê jî dengên xwe dan




Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî li Enqerê dengên xwe dan.

 

Li Tirkiyê dengdana hilbijartinên giştî didome û welatî li her derî diçin ser sindoqan û dengê xwe didin, lîder û rayedarên siyasî jî dengên xwe didin.

 

Piştî Demîrtaş, Deavûtoglu û Erdogan, Serokê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî dengên xwe dan.

 

Kiliçdaroglu û Bahçelî li paytext Enqerê çûn ser sindoqan û dengên xwe dan.




Serokê CHPê piştî ku dengê xwe da, daxuyaniyek da û got, gelên Tirkiyê şer naxwazin aştiyê dixwazin. Em ji şer û tundiyê nefret dikin.

 

Bahçelî jî piştî ku dengê xwe da, got, ez hêvîdar im ev hilbijartin bibe sebeba xêr û aramiyê, her wiha bibe werçerxanek di paşeroja miletê me de. 

 

Nîmetullah Erdogmuş: Emê ji bo aştiyê herin Enqerê




 

Parlamenterê HDPê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş ragihand ku, ew dixwazin di hilbijartinan de serbikevin û li Enqerê kar li ser aştiyê û ragihandina agirbestê ji aliyê dewletê ve jî bikin.

Nîmetullah Erdogmuş di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Çûna ser sindoqan û dana dengan pir girîng e. Gerek em kurd bi rêya hilbihartinan dengê xwe bigihînin cîhanê. Em dixwazin ev dengdan bibe sedema aştiyê û rawestandina xwîne li tevahiya Tirkiyê. Hêviya me aştî ye, ji ber ku pêwîstî bi aştiyê heye.”

Derbarê pirsa ku gelo eger AK Partî bi tena serê xwe nebû hikûmet, HDPê dê beşdar be di hikûmetekê de ligel wê partiyê, Erdogmuş wiha bersivand: “Ji bo aştiyê çi pêwîst be emê bikin. Bo berjewendiya giştî, bo nexweşî nemîne, çi ji HDPê bê xwestin emê bikin.”

Herwiha derbarê mijara rawestandina şer li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, wî parlamenterê HDPê wiha got: “Ji xwe aliyekî ku KCKê ye agirbest ragihandiye, emê herin Enqerê da ku em ji wan re bêjin niha dora we ye ku hûn jî şer bi dawî bînin. Dîsa dê bi diyalog û gotûbêjan vê pirsgirêk were çareserkirin.”

 

Idrîs Balûken: Dengên HDP dê vê carê ji %15 zêdetir bin



 

Namzedê HDPê yê Amedê Idrîs Balûken ragihand, HDP di hilbijartinên vê carê de dê zêdetirî %15ê dengan bi dest bîne.

Namzedê HDPê yê Amedê Idrîs Balûken, piştî ku dengê xwe avêt sindoqê, ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsên wan da.

Balûken diyar kir ku hilbijartina îro hilbijartineke dîrokî ye û got, heta niha li Amedê dengdan di rewşek baş de pêşve diçe li navçeyên Baxlar û Sûrê, hêzên ewlehiyê astengiyê li pêşiya welatiyan derdixin û nahêlin dengên xwe bidin.

Idrîs Balûken da zanîn ku wan bi belge ew binpêkirin tomar kirine û dê radestî rayedarên Komîsyona Hilbijartinan bikin.

Li ser rêjeya dengên HDPê jî Balûken got, li gorî rapirsiyên ku me kirine dengên HDPê dê derdora %15.5 be.

 

Turk: Hêzên dewletê dixwazin bandorê li ser hilbijartinan bikin




Siyasetmedarê kurd û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk ragihand ku, hêzên dewletê dixwazin li cihna bandorê li ser hilbijartinan bikin, lê gelê kurd bi hişyariya xwe dê vê yekê red dike.

Ehmed Turk di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Gelê kurd bi salan e ku ji bo aştî û azadiyê berxwedaneke gelekî mezin dike.”

Derbarê hilbijartinên Tirkiyê de Turk wiha got: “Em dixwazin dengê gelê me û rengê gelê me û daxwazên gelê me bigihêjin hemû cîhanê. Bo pêşeroja gelê kurd, divê em xwedî li xwe û li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em hêvîdar in ev hilbijartin bibin sedema aştî û birayetiyê.”

Herwiha Şaredarê Mêrdînê tekez kir ku, “Hêzên dewletê dixwazin li cihna bandorê li hilbijartinan bikin. Li gundan digerin û ji xelkê re dibêjin gerek hûn alîkariya dewletê jibîr nekin û hûn alîkariya partiya dewletê bikin. Bûyerên wisa derbas bûne, lê gelê kurd bi hişyariya xwe vê yekê red dike.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst