Rejîm dixwaze xwepêşandan li Qamişlo û Rimêlan derkevin

01-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên ewlekariya Sûriyê li parêzgeha Hesekê daxwaz ji fermanberan dikin ku ji bo piştgirîkirina rejîma Beşar Esed derkevin xwepêşandanan.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çend fermanberên Kurd bidestxistine, hêzên ewlekariyê daxwaxz ji fermanberên dewletê li her du bajarên Qamişlo û Rimêlan kiriye ku xwepêşandanekê ji bo piştgirîkirina rejîma Beşar Esed lidar bixin.

Bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê ye, hîn di bin kontrola hêzên rejîmê de ye, lê belê taxên Kurdan di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi PYDê ve de ne.

Bajarokê Rimêlan ku kaniya petrola Sûriyê ye, bi temamî di bin kontrola YPGê de ye, lê heta niha fermanberên wê pere û mûçeyên xwe ji dewletê werdigirin.

Fermanberên Kurd ji Rûdawê re aşkere kirin ku ew xwepêşandan gerek duh pêncşemê bihatane lidarxistin, lê nediyare ji ber çi derneket û got “Dibe ku di nava heftiya bê de ew xwepêşandan li Qamişlo û Rimêlan bêne lidarxistin”.

Li gor heman çavkaniyê, “Xwepêşandan wê ji aliyê alîgirên PYDê û Mihemed el-Faris ve were birêvebirin”.

Mihemed el-Faris serokê eşîreta “Tey” ya Ereban e û niha bi hezaran çekdarên wî li bajarê Qamişlo û navçeyên başûrê wê hene ku wek şebîheyên rejîmê tên naskirin.

Tevî ku piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji bin kontrola rejîmê derketine û ketine bin destê YPGê, lê heta niha saziyên hikûmetê di cihê xwe de mane û karên wan berdewamin û hikûmet jî mûçeya wan her meh dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst