Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerekî Partiya Komunîst a li Herêma Kurdistanê li binkeyên dengdanê dibêje, li gorî daneyên heta niha yên %65ê dengên hatine hilbijartin, wan zêdetirî 8 hezar deng bi dest xistine û pêşbinî dikin, ku di encama hejmartina tevahî ya dengan de zêdetirî 15 hezar dengan bistînin.
Nûnerê Partiya Komunîst a li Herêma Kurdistanê li binkeyên dengdanê Nebez Mistefa ji bo Rûdawê ragihand: “Li gorî encamên piraniya daneyên tora çavdêrên azad, ku %65ê dengdan hatine hejmartin, wek lîsteya azad me zêdetirî 8 hezar deng bi dest xistine.”
Nebez Mistefa dibêje, ku ew pêşbiniyê dikin di tevahiya dengên me bigihêje %1ê, yanê 15 hezar dengan û bi vê şêweyê jî ew dikarin li Parlamentoya Kurdistanê bibin xwediyê kursiyekê.
Lîsteya Azad a Partiya Komunîst di hilbijartinên gera 4em a Parlamentoya Kurdistanê de kursiyek bi dest xistibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse