Yekgirtû: Sixtekarî di encamên hilbijartinê de hatiye kirin

01-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Encûmena Cîbcîkirinê ya Yekgirtû Selaheddîn Behaedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku sixtekarî di encamên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê de hatine kirin.

 

Encûmena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser bidawîbûna proseya hilbijartinê û encamên wê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li beramberî çend binpêkirinên, ku ji aliyên desthilatdariyê ve ji bo sixtekariyê hatin kirin û li gorî berjewendiyên xwe bi awayekî neyasayî hejmara dengan hatiye zêdekirin jî, encamên lîsteya Bereya Îslah ne di asta bizav û mandîbûna rêxistin û bêrbijêrên wan de û çaverêya cemawera Kurdistanê de ye.


Îro duşemê (01-10-2018) Encûmena Cîbcîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê Selaheddîn Behaedîn li ser encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, ku hatine ragihandin, civînek birêve bir.


Di daxuyaniya civînê de hat gotin: “Encamên lîsteya Bereya Îslahê ne di asta bizav û mandîbûna rêxistin û bêrbijêrên wan de û çaverêya cemawera Kurdistanê de ye û di derbarê vê yekê de hemû serkirdeyên Yekgirtû ew yek diyar kiriye ku berpirsyariya wan encaman hilbigirin ser xwe û ji bo destnîşankirina sedemên ji xwe û mijariyane û pêdaçûna li xwe û wergirtina biryarên  pêwîst ji bo derbaskirina vê encama nehadihat xwestin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst