Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê Dêrezorê daxuyanî da

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê HSD û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê got ku ew “rewşê ji nêzîk ve û bi nîgeranî dişopînin.”

Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê di navbera HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev kar beşeke hewildanên nû yên rêxistina terorî ne ku dixwaze gelên qedîm ên Sûriyeyê bi tundûtûjî, zext û guvaşê û binpêkirinên mafên mirovan bixe bin bandora xwe.

Em hêvî dikin ku ew kesên piştevaniyê dikin û di bin navê rûbirûbûna DAIŞê de armanc û niyeta rêxistina terorî pîne dikin jî bêyî ku dereng bimînin vê armanca rast a rêxistina terorî bibînin.

Daku Kurdên Sûriyeyê jî di nav de rê li ber êşandina zêdetir a pêkhateyên qedîm ên navçeyê bê girtin.”

Çi rû da?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst