Li Kerkûkê metirsî li ser perwerdeya Kurdî heye

01-09-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Metirsî Perwerde Xwendekar
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kake ragihand ku li Kerkûkê metirsî li ser perwerdeya Kurdî heye û diyar kir ku li gor salên berê zêdetirî du hezar xwendekar ji perwerdeya Kurdî kêm bûne.

 

Şêrzad Reşîd Kake ji Rûdawê re ragihand ku roj bi roj metirsî li ser perwerdeya Kurdî ya li Kerkûkê zêde dibe, weke mînak jî behsa îsal dike, ku hejmareke kêm a xwendekaran ketine perwerdeya Kurdî û got: “Sala par 12 hezar xwendekar li Kerkûkê ketin dibistanên Kurdî, lê îsal hejmar dakete 9 hezar û 700 xwendekaran.”

 

Rêveberê Perwerdeya Kurdî yê li Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kake tekez kir ku eger rewşa Kerkûkê asayî nebe, "sala bê hejmara xwendekarên Kurd li Kerkûkê dê gelek kêm bibe, lewma pêwîst e demildest rayedarên Kurd çareseriyeke bilez ji bo vê rewşa ku derketiye holê bifikirin.”

 

Li bajarê Kerkûkê 615 dibistan û 32 baxçeyên zarokan bi zimanê Kurdî perwerde didin û ji aliyê 7 hezar û 600 mamoste û hezar û 400 karmendan ve têne birêvebirin.

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êriş kirin ser Kerkûk û Xurmatûyê, beşek ji mamoste û fermanberên xwendina Kurdî li Kerkûkê, awareyî Herêma Kurdistanê bûn, niha beşeke wan jî li Herêma Kurdistanê xwendekaran perwerde dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst