ENFALA BEHDÎNAN – 30 sal e nizane kîjan gora hevjînê wê ye

01-09-2018
KARWAN ELÎ
Duhok
Duhok
Nîşan Enfal Behdînan Duhok Saddam Husên Iraq Rejîma Beis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berî 30 salan, rejima Beis a Iraqê 7 hemwelatiyên gundê Mêrgetî yê parêzgeha Duhokê li ber çavê malbatên wan gulebaran kirin. Yek ji wan qurbaniyan beriya were şehîdkirin 14 rojan zewicî bû hevjîna wî behsa wê çîroka dil biêş dike.

 

Di Tebaxa sala 1988ê leşkerên rejîma Beis a Iraqê di çarçoveya Enfala Behdînanê de bi ser gundê Mêrgetî de girtin û Herbiya Erednî û hevjînê wê Adil Mêrgetî heta hetayê ji hev veqetdandin.

 

Adil Mêrgetî û 6 kesên din ên heman gundi, ji aliyê leşkeran ve li ber çavê malbatên wan hatine gulebarankirin. Laşê wan 12 rojan li ber germa havînê man û paşî ew birin tenişta Çiyayê Gare û di goreke bi kom de veşartin.

 

Ev 30 sal in Herbiya Erednî tê ser gorên enfalkiriyan lê nizane ka kîjan e gora hevjînê wê.

 

Herbiya Erednî dibêje: “Ez nizanim ka kîjane gora hevjînê min. Li gel Adil, Mihemed Salih Ebdulqadir, Mistefa Ebdulqadir, Ehmed Hemo, Remezan Ehmed, Bengîn Mistefa, Silêman Şeban û Sadiq Ehmed jî hatine gulebarankirin. Em dixwazin ji bo me diyar bikin ka kîjan ji wan hevjîna min e.”

 

Di dema proseya enfalê de temenê Remziye Bergareyî 14 sal bûn û ew 14 roj bû li gel hevjînê xwe zewicî bû. Lê ew jî bi tevê 6 kesên din hate şehîdkirin.

 

Remziye Bergareyî dibêje: “Ez hîn bûkeke 14 rojî bûm. Ez dabûma pismamê min Salih. Piştî wê komkujiyê leşkeran em anîne Kampa Behrikê ya Hewlêrê, ewm ji wir jî reviyane Îranê û paşî careke din vegeriyane gundê xwe.”

 

Asya Gîzî yek ji wan jinên Kurd e ku ji ber tawanên rejîma Beis ên li hember Kurdan, di dadgehîkirina Saddam Husên de amade bû. Wê êş û janên di dilê xwe de raste rast ji dîktatorê Iraqê Saddam Husên re vegotibû.

 

Asya Gîzî diyar dike: “Ji gundê me 96 kes hatine şehîdkirin û ji malbata me jî 3 kes. Dema çûma dadgeha Saddam min jê re got, te ev zulm li me kir û Xweda jî zeval da te.”

 

Li gorî amarên Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan li Duhokê, di dema komkujiya Behdînanê de 2 hezar zilam hatine gulebarankirin. Biryare îro rufatên 13 enfalkiriyan bi rêwresmekî li Kelha Nizarkê werin veşartin.  

 

Rêveberê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan li Duhokê Receb Gîzî jî got: “Weke mîzgîniyek, yekemîn car dê rûfatên enfalkiriyan werin bixakspartin. Ew 13 kes li Kelha Nizarkê hatibûne şehîdkirin.

 

Biryare li bajarokê Sêmêl a Duhokê ji bo bîranîna enfalkiriyan monûmentek were çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst