17 Photos
Di betlaneya Cejna Qurbanê de hejmareke zêde ya geştyarên xwecihî û biyanî berê xwe dane cihên geştiyariyê yê Geliyê Elî Beg û Şelaleya Bêxal a navçeya Soran a Hewlêrê.
Serokê Desteya Ragihandinê ya Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji Rûdawê re ragihand, di betlaneya ku 3 rojan berî Cejna Qurbanê dest pê kir û 10 rojan berdewam kir de, zêdetirî 200 hezar geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kirin.
Bi taybetî geştiyarên ji bajarên cuda yên Iraqê berê xwe didine cihên geştiyariyê yên li Hewlêr a paytext.