Xelk daxwazê ji geştyaran dikin ku Bozê Sîna û Dalanperê pîs nekin

01-07-2023
Ceifer Mubeşirniya
Xelk daxwazê ji geştyaran dikin ku Bozê Sîna û Dalanperê pîs nekin
Xelk daxwazê ji geştyaran dikin ku Bozê Sîna û Dalanperê pîs nekin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Geştiyarên ku serdana çiyayên Bozê Sîna û Dalanperê yên Rojhilatê Kurdistanê dikin li pey xwe bermahiyên xwe dihêlin, xelkê herêmê daxwazê ji geştyar û çiyageran dikin ku jîngeha navçeyê pîs nekin.

Ew ber bi Çiyayê Dalanperê ve bi ser dikevin. Yek ji navçeyên herî bedew li Rojhilatê Kurduistanê ye. Jîngeha destlênedayî ku hemû ciwaniyên sirûştê tê de kom bûne.

Geştyar û serdanker di hewayeke hênik de, bedewiya sirûştê, çiya, berf, gol û keskatiyê hemûyan bi hev re li yek cihî dibînin.

Şêniyê herêmê Hikmet Nebewî got, “Em salê 4-5 caran têne vir, em otomobîlên xwe li gund radigirin û bi meşê tên ku derdora 4 demjimêran rêya wê heye. Cihê herî xweşik ê cîhanê ye, arambexş e. Em hêvîdar in ew kesên ku têne vir ji xwezaya vir hişyar bin, heyf e ku têk biçe.”

Quntara Bozê Sîna û Dalanper ewqasî sirûştî maye ku ajel û canliberên nava jîngehê jî tirseke weha ji mirovan nînin. Xelkê navçeyê ji kevin de bi hestyarî reftar li gel canliber û jîngeha wê kirine.

Ev navçe berê kêm hatibû naskirin lê niha ji navçeyên cuda ve diçin serdan dikin û ji bedewiya wî cihî matmayî dimînin.

Ebdullselam Silêmanî jî anî ziman, “Mirov çend pesnê herêmê bide her kêm e, xweşî, xwezayeke yekcar pir xweşik heye lê tenê pêwîstiyeke wê ya girîng heye, em daxwazê ji xelkê dikin dema ku hatine vir vê xwezayê pîs nekin.”

Ji dawiya biharê ve heta naverasta payîzê kêm roj hene ku geştyar xwe negihînin vê navçeyê lê hemû geştyar jî bi hestiyarî reftarê li gel jêngehê nakin.

Geştyarekî Pîranşarî jî got, “Em ji çiyageran dixwazin li her cihê kuçkan çê nekin, li ser kuçkên ku berê hene xwarina çê bikin, bila otomobîlên xwe nebine her derê, heyf e ku navçeyê têk bidin.”

Xelkê navçeyê biqasî dikarin zibl û paşmahiyên geştyaran kom dikin lê dema geştyar zêde dibin û guh nadin parastina jîngehê, xelk jî bi paqijiyê ranagihîjin.

Çiyayên Dalanperê û Bozê Sîna li kêleka hev in li navçeya Mirgewer a Urmiyê. Pişta Dalanperê Bakur û pişta Bozê Sîna jî Başûrê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst