Alavên hênikkirinê li Rojavayê Kurdistanê gelek buha bûne

01-07-2023
Zozan Çetîn
Alavên hênikkirinê li Rojavayê Kurdistanê gelekî buha bûne
Alavên hênikkirinê li Rojavayê Kurdistanê gelekî buha bûne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Alavên Hêkkirinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê kurdistanê bi hatina meha Tîrmehê re pileyên germayê zêde dibin û pêwîstî bi alavên fênikirinê jî zêdetir dibe.

Welatiyekî bajêr dibêje, niha nirxê keresteyên çakkirina alavên fênikirinê bilind bûne û ew nikarin kondîşa xwe çak bikin.

Welatiyekî Dirbêsiyê anî ziman alavên elektrîkê gişt biha bûne, klîma buha bûne Dolar rabûye, perê Sûriyê miriye. Klçmayên me xerabûne derfetên me tune ku em çêbikin.”

Li bazara Dirbêsiyê jî gelek coreyên alavên fênikirinê hatine nîşandan, lê tevî bilindbûna pileyên germahiyê jî, daxwazî li ser kêm e.

Bazirganekî alavên fênikirinê dibêje, ew alavên fênikirinê bi dolar dikirin û ji ber wê yekê jî neçarin bi dolar bifroşin, û ji ber daketina nirxê lîreya sûrî, nirxê wan jî hinekî giran e.

Xwediyê Dikana alavên fênikirinê Hefîz Ebdilrehman dibêje “20-30 sal e em di vî karî de ne. Îsal li gorî salên borî li gorî dolar ne biha ne lê li gorî perê Sûrê giran in. Îsal li gorî salên çûnê hinek çêtir e. Herêma herêmeke mûsimê ye, eger mûsim baş be tevgera sûkan jî baş e.”

Dikandar Ebdilrehman diyar kir ku niha ji ber ku elektirîk 24 demijmêran tune ye û xwestek li ser alavên ku elektirîkê kêm xerc dikin, heye.

Li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê di mehên hevînê de, elektirîka niştîmanî gelek kêm dibe, xelk zêdetir elektirîka jenatorên taxan bikar tînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst