Galeriya wêneyan

01-06-2023
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Li paytext Hewlêrê dibistaneke werzişî ji bo jin, keç û zarokan kurseke taybet a tenîsê vekir. Zêdetirî 30 kesên ji temenên cuda di roja yekem a kursê de navên xwe tomarkirin. Ji 8 xwendekarên ji 18 salî mezintir 7 jê jin bûn.

Kesên ku li Hewlêrê beşdarî kursa tenîsê bibin, dê nava hefteyekê 3 caran 3 demjimêran rahênana tenîsê bikin.

Rahênerê tîma neteweyî ya tenîsê ya Iraqê Nasir Ebdulrezzak ji Rûdawê re got, “Ez kêfxweş im ku îro li Hewlêrê jin eleqeya nîşanî tenîsê didin. Armanca sereke ya vê dibistanê nasandina tenîsê bi nifşên nû ye.”

Ebdulrezzak got, “Li Hewlêrê kortên tenîsê kêm in lê dîsa jî park ji bo ku mirov vê lîstikê zêdetir bibînin û balê bidine ser baş in.”

Ebdulrezak da zanîn ku çar rahênerên wan ên profesyonel hene ku du jin û di jî mêr in ku ew di tîma neteweyî ya Iraqê de dilîzin û diyar kir, ew dixwazin di salên pêş de Hewlêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin bajarekî mînak.

Mamosteya Îngilîzî Tîba Muhammed a 33 salî ku ji bo kursê navê xwe tomar kiriye jî got, “Ev demeke dirêj e ez dixwazim vê lîstikê hîn bibim lê cîhekî ku ez hîn bibim û bilîzim tunebû. Niha em hatine ku xeyalên xwe pêk bînin.”

Tiba Muhammed her wiha anî ziman, “Berê di civaka me de beşdarî an pêşbaziya jinan di werzîşê de nebaş dihat dîtin lê îro em di her werzîşê de jinan dibînin.”

Yekem car li Iraqê û Herêma Kurdistanê di sala 2022an de lîga tenîsê hat lidarxistin û 12 tîm tê de beşdar bûn ku tenîsvanên Hewlêrê bûne sêyemîn.