Îro roja ji dayîkbûna Pêşewa Qazî Mihemed e

01-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro roja ji dayîkbûna pêşewa û damezîrînerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed e. Bi vî boneyê cara yekemîn roja dayîkbûna Qazî Mihemed bi merasîmekê tê pîroz kirin.

Îsal cara yekemîn roja ji dayîkbûna damezirînerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed li bajarokê Koyê yê girêdayî Hewlêrê tê pîroz kirin. Merasîma pîrozkirinê ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ve tê kirin.

Qazî Mihemed kiye?

Qazî Mihemed 1ê Gulana1900an li bajarê Mihabad ê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Qazî Mihemed 30ê adara 1947an bajarê Mehabadê li Meydana Çarçira ji aliyê Îranê ve tê darvekirin. Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne.

Ragihandina Komara Kurdistanê ji layê Qazî Mihemed ve

Di 22ê kanûna paşîn a 1946an (2ê rêbendana 1324an) de Qazî Mihemed li meydana Çwar Çira Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) ragihand. Di kanûna pêşîn a 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30'ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst