Amêdî: Leşkerên Tirkiyê teqe li sivîlan dikin

01-04-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amêdî Leşkerên Tikriyê Kanî Masî Teqe Sivîl
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li bajarokê Kanî Masî yê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhokê, hêzên Artêşa Tirkiyê teqe li malên welatiyên sivîl kirin û ji ber wê yekê jî tirsek mezin ketiye nav dilê xelkê deverê.

 

Piştî ku di wan çend rojên dawiyê de Artêşa Tirkiyê li çend cihan di navbera 10 heta 17 kîlometran de derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê de bûne, hat ragihandin, ku hêzên Tirkiyê teqe li welatiyên sivîl ên bajarokê Kanî Masiyê yê ser bi navçeya Amêdiyê ve kirine.

 

Welatiyek derbarê rewşa niha ya li Kanî Masiyê û teqekirina hêzên Tirkiyê li welatiyên sivîl ên deverê de ji Rûdawê re dibêje: “Me desthilata PKKê nîne, gerîla li hemû deverê belav in û derban lê dixin, Tirkiye jî dax û aciziya xwe li hemû deverê dirijîne û di encamê de malên gundnişînan wêran dibe”.

 

Welatiyekî din bi navê Luqman Mihemed dibêje: “Zarok newêrin biçin ber derî, gulle di nava malan de dikevin û em gelek ditirsin”.

 

Li navenda bajarokê Kanî Masî û gundê Dêrişkê û derdora wê, netew û olên ciyawaz dijîn. Welatiyên deverê dibêjin, ew ji rewşa niha nîgeran in û ji avêtina gulleyan be rbi malên sivîlan ve ditirsin.

 

Bajarokê Kanî Masiyê ser bi navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê ve ye û li gel Tirkiyê sînorê hevbeş heye.

 

Artêşa Tirkiyê gelek caran bi hinceta hebûna baregehên PKKê, sînorê navçeya Amdêiyê topbaran û bombebaran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst