Serok Barzanî: Divê îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên kirin

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Lord Tariq Ehmed Brîtanya Hilbijartin Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û Başûrê Asya û Neteweyên Yekgirtî li Wezareta Derveya Brîtanya Lord Tariq Ehmed kir û got “Divê îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên kirin.”

Roja çarşem 01ê Adara 2023 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Brîtanya ya bi serokayetiya Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û Başûrê Asya û Neteweyên Yekgirtî li Wezareta Derveya Brîtanya Lord Tariq Ehmed kir.

Baregeha Serok Barzanî di derbarê hevdîtinî de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Mike Bryson Richardson û Konsula Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave amade bûne û Lord Ehmed pêzanînên xwe ji bo xebat û têkoşîna Serok Barzanî hebû û rol û bandora Serok Barzanî ya ji bo pêkanîna aramiya li Herêma Kurdistan û Iraqê bilind nirxand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya navçeyê û behsa pêşhatên dawî ya di nava proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê kirine.

Di beşeke din a vê civînê de di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de danûstandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste îsal, hilbijartinên Herêma Kurdistanê birêve biçin.

Herwiha hat destnîşankirin ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî tekez li ser girîngiya pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst