Tevgera Îslamî li Hewlêrê derket xwepêşandanê

01-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Melbenda 3 ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê di rêya endam û alîgirên xwe re xwepêşandanek li dijî qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve li dar xist.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê xwepêşandanê got ku xwepêşanderan druşma “Na ji bo qutkirina qûta xelkê” û çend druşmên din bilind kirin.

Ev xwepêşandan û nerazîbûn di demekê de ne ku heta niha Bexda mûçeya meha sibatê ya fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye.

Duh jî li bajarê Bexdayê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst